Li Wan û Erziromê kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 11:44 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - 22 kesên ku li Wan û Erziromê hatibûn binçavkirin, hatin berdan û li Agiriyê jî herjmara kesên hatin girtin derket 8'an. 
 
Li Wan û Erziromê 22 kes hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Her wiha li Agiriyê jî hejmara kesên ku hatibûn binçavkirin û hatin girtin derket 8'an. Lê li bajar hê jî 6 kes di bin çavan de ne. Îfadeyên kesên ku li Qersê hatine binçavkirin jî wê îro bên girtin. 
 
Wan
 
Li Wanê, di 13'ê sibatê de polisan bi ser gelek malan de hatibû girtibûn û endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê Arjîn Tûncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û Mehmet Şerîf Demîragaç ku ji sedî 90 astengdar jî di nav de 14 kesan binçav kiribûn. Her çardeh kes jî piştî ku sewqî edliyeyê hatin kirin hatin berdan. 
 
Agirî
 
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 6 kes hatibûn binçavkirin û 5 ji wan hatin girtin û yek ji wan jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Duh serê sibehê dîsa di heman çarçoveyê de polisan bi ser malan de girtibûn û kesên bi navê Kemal Bakir, Ahmet Ozden, Niyazî Ergul, Mehmet Alî Ozdemîr, Dînçer Varol û Ebûbekîr Aladag binçav kiribûn. Tê payîn ku ev her şeş sewqî edliyeyê bên kirin. 
  
Duh di heman lêpirsînê de polisan li navçeya Panosê kesê bi navê Mehmet Emîn Kaçar, li navçeya Avkevir Savaş Taşdemîr, li navenda Agiriyê Ahmet Guneş binçav kiribûn. Her sê kes jî hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Panosê. Bi van re hejmara kesên ku li Agiriyê hatin girtin derket 8'an. 
 
Qers
 
Li Qers û navçeyên wê jî îfadeyên Tûran Altûn ê HDP'î, Rêveberê ÎHD'a Qersê Ziyadîn Can û Endamê Meclisa Şaredariya Dîgorê Yaşar Bûdak ku di 15'ê sibatê de hatibûn binçavkirin li emniyetê hatin girtin û li bendê ye ku îro di nav rojê de sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
Erzirom
 
Li navçeyên Qereyazî û Tekmanê yên Erziromê, welatiyên bi navê Bedrettîn Kamiş, Medenî Bîlîz, Şakir Bîlîz, Raşît Karabakan, Melîk Altay, Ferhat Tûran, Rehber Ozyalçin û Nasir Kullî ku di 15'ê sibatê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.