Roza piştî 8 salan ji destê DAIŞ'ê rizgar bû û gihişt malbata xwe

  • 11:29 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 8 salan jina ciwan a êzidî Roza ku li Rojavayê Kurdistanê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wê hat kirin. Roza got: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû.”
 
Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên êzidî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew li bazarên Iraq û Suriyeyê firotin, gelek ji wan qetilkirin û her cûre êşkence li wan kirin. Heta niha jî aqûbeta bi sedan ji wan jinan nayê zanîn. Jina ciwan ya bi navê Roza Emîn Berekat jî yek ji wan jinan bû ku esîr ketibû dest çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew revandibûn. Roza piştî 8 salan duh li Şengalê radestî malbatê wê hat kirin.
 
Merasîma radestkirinê duh li ber avahiya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî a li Şengalê pêkhat. Ji ber ku ji malbatê wê bav, dayîk xwişk û bira hîna di dest çeteyan de ne û aqûbeta wê nayê zanîn, ew radestî mamê wê kirin.
 
Di dema radestkirinê de dapîra wê Xensê Xelef û Xalê wê Celal jî di nav de gelek şêniyên Şengalê amadebûn.
 
Roza ev 8 sal bû di destê DAIŞ'ê de bû 
 
Roza Emîn Berekat ku ev 8 sal bû esîr bû û bi gelek zor û zehmetiyên giran re rû bi rû mabû, di merasîma radestkirina malbatê de axivî û got: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişê navçeya Şingalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin. Destdirêjiya wan kirin û li bazaran ew firotin.
 
Îdeolojiya DAIŞ’ê ya li hemberî pêşwazîkirina jinên êzidî gelekî xerab bû, ji ber ku ji me re tiştên xeyalî li ser awayê jiyana hevbeş bi DAIŞ’ê re di gotin û jiyana bi wan re yek ji wan zehmetiyên herî dijwar bû, cureyên îşkenceya derûnî bi tirsê re berdewam bû.
 
Ez li Dêrezorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkyeyê, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Asayîşê dikin ku em ji destê DAIŞê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn navenda Êzdiyan a li bajarê Kobanê. Min bi berpirsê mala Êzidiyan ê li Sûriyê Şêx Faurek re hevdîtin kir û ez spasiya wî dikim ji bo alîkariya wî da min ku ez anîm navçeya Şengalê li cem malbata min.
 
Piştî ku min malbata xwe dît, kêfxweşiya min nayê vegotin, lê ji ber ku min dayika xwe nedît ez hinekî xemgîn im, lê ez ê pêşwaziya wê bikim piştî ku rayedarên pêwendîdar wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin.”
 
'Qenciya we li ser serê min'
 
Dapîra Roza, Xensê Xelef jî axivî û got; “Alîkariya we, qenciya we li ser serê min. Sipas dikim ku we keça me anî gihande me. Ez spasiya her kesê alîkariya me kirine, dikim.”
 
'Ji bo alîkariyên ku hatî kirin spas dikin'
 
Xalê Rozayê Celal axivî û keyfxweşiya xwe bo rizgarkirina Rozayê anî ziman û wiha axivî: “Roza xwarziya min e û ji gundê Hardane. Bi tevahî malbata xwe ve ketîbû destê wan. 2 xwişk û birayekî din yê wê hat. Niha dayîka wê maye, jin bira xwişka min maye, hêviya wê ma ye. Bavê wê, 2-3 xwişk û birayên wê mane. Ev mehek bû rizgar kirîbûn. Li Rojava li herêma Cizirê li Mala Êzidiyan dima. Îro gihandin me. Em spasiya hemuyan dikin yên ku alîkarî dane û gihandine vêderê.”
 
'Em ji bo rizgariya jinên din jî hewl bidin'
 
Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî di derbarê rizgarkirina jina ciwan de van agahiyan parvekir: “Em di serî de spasiya hêzên QSD û Asayîşa Jin ya Kobanê dikin ku ev jina ciwan ji destê çeteyên DAIŞ xilas kirin. Di van rojên me yên pîroz, di dema rojiyên Xidir Îlyas de anîna esîrên me, teslîm kirina keç û jinên me bo malbatên wan pir bi wate ye. Rizgarkirina her keç û ferdek me yên êzidî ji destê wan ji bo me cejne. Rizgarkirina vê keça ciwan jî li me pîroz be. Heya dawiyê em ê hewil bidin van jinên êzidî ji destê wan rizgar bikin.”
 
'Em keçên hatine rizgar kirin teslîmê malbatê wan dikin'
 
Ferîde, got ew vê roja ku keça ciwan teslîmî malbata wê dikin pir bi nirx dibînin û wiha pêde çû “Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ez cardin dibêjim em gelek spasdar û mînetdarî hêzên YPJ, YPG, QSD û asayîşa Rojava ne ku kar û xebatên rizgarkirina jin û keçên êzidî de alîkarî didin me. Em jî keçên hatine rizgar kirin teslîmî malbatê wan dikin. Dema em vedigerînin jî em teslîmî hemû civaka xwe dikin û wana hembêz dikin.” (ROJNEWS)