‘Yên ev rapor dane jî wê bên darizandin’

  • 09:01 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
Dilan Babat 
 
ENQERE - Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut  got divê ATK xwe neke şûna dadgehan û der barê Aysel Tugluk de raporek zanistî amade bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu jî got doktorên ATK’ê dişibin doktorên Kampa Naziyan.
 
Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Jinan a Kandiraya Kocaeliyê dimîne, teşhîsa demansê lê hatibû kirin û Saziya Tipa Edlî (ATK) di 1’ê Sibata 2022’an de carek din rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu û Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut der barê rewşa girtiyên nexweş û Aysel Tugluk de nirxandin kir.
 
Ji hiqûqa dijminahiyê wêdetir e
 
Zeyno Bayramoglu diyar kir ku Aysel di têkoşîna siyaseta kurd de yekem hevseroka jine û tevî ku gelek caran êrîşî wê hatiye kirin jî tu car dest ji têkoşînê bernedaye û got: “Dema nû hat girtin tiştên pir giran jiya. Em şahidê vê ne. Têkoşîna Ayselê desthilatdarî her tim nerehet kir. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember Ayselê ‘hiqûqa dijminahiyê’ jî nîne. Ji ber di hiqûqa dijminahiyê de jî hinek krîter hene. Lê tiştên hember Ayselê sînor bezandine. ATK û desthilatdarî bi kêfî tevdigerin. Dsethilatdarî neçare hiqûq û destura bingehîn pêk bîne.” 
 
‘Berxwedanê naxwazin’
 
Zeyno bi lêv kir ku di şexsê Ayselê de hemû jin hedef tên girtin û wiha daxuyand: “Li ku piştevaniya jinan hebe êrîşî wir dikin. Aysel û hemû jinên kurd li girtîgehan bi awayekî xurt li ser piyane. Tevî rewşa hovane serbilind in. Desthilatdarî dixwaze têkoşîna jinan qels bike. Ji ber vê jî li girtîgehan êrîşên xwe didomînin. Qetilkirina Garîbe Gezer her tiştî nîşan dide. Berxwedana jinan wan aciz dike.”
 
‘Yên rapor dane jî wê bên darizandin’
 
Zeyno balkişand ser rapora ATK’ê û wiha vegot: “Raporeke wisa ji zanistê dûr nikare bê qebûlkirin. Raporek bi alî ye. Wê ev dem derbas bibin, wê ev desthilatdarî biguhere û wê kesên ku ev rapor dane jî bên darizandin. Kesên xwedî zanîna tipê nikarin Ayselê ji nû ve bişînin girtîggehê.  Lê desthilatdarî girtiyan mahkumê mirinê dike. Doktorên ATK’ê dişibin doktorên kampa Naziyan. Girtîgeh bûne navendên tecrîdê. Divê piştevanî û kampanya jî hîn bêtir mezin bibin. Divê em zêdetir dengê xwe derxin, em bibin dengê girtiyên nexweş. Di rojiyên mirinê yên 9’ê Kanûna 2000’î de kesên wekî  hunermend Orhan Pamuk, Yaşar Kemal, Zulfu Lîvanelî jî têde, mîlsyonek dîrokî girtin ser xwe û wê demê hem bi desthilatdarî hem jî bi rêvberiyên girtîgehan re hevdîtin kirin.”
 
 Zeyno wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Wê demê helwesta hunermendan rayagiştî xist tevgerê. Niha jî divê rewşenbîr, hunermend heman berpirsyariyê bigirin û rayagiştî bikin tevgerê. Piştevanî îla bi grevên birçîbûnê nabe. Îşkenca li girtîgehan her diçe zêde dibe. Em piştî 12’ê Îlonê girtîgehan baş dizanin. Niha em di heman pêvajoyê de ne. Ev ne tenê pirsgirêka ÎHD û HDP’ê ye. Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”
 
‘Rêbazên hiqûqî yên gerdunî tên binpêkirin’
 
Sevîlê destnîşan kir ku bi salane pirsgirêka li girtîgehan didome û li gorî daneyên ÎHD’ê  hezar û 600 girtiyên nexweş hene û ji van jî 605 nexweşên giranin. Sevîlê di vê mijarê de wiha vegot: “Piranî temenê wan mezinin. Şertên li girtîgehê ji bo tenduristiya wan nebaşin. Aysel Tugluk parêzvana mafê mirovane. Derfetê ku jiyanek cuda bijî hebû lê wê jiyana xwe da ser têkoşîna azadiya gelan. Lê niha hiqûqa gerdunî tê binpêkirin û nayê tahliyekirin. Di şexsê Ayselê de hiqûqa dijminahiyê tê pêkanîn.”
 
‘ATK wek dadgehê taybet tevdigerin’
 
Sevîlê di dawiya axaftian xwe de bertek nîşanê biryara ATK’ê da û wiha daxuyand: “Di şexsê Ayselê de hemû jinên kurd tên cezakirin. Jinên têkoşîna maf didin tên cezakirin. Ji ber rewşa xwe ya siyasî tên girtin. Ger ku hiqûq pêk bihata wê niha yek jî ne girtîbûna. ATK wek dadgehên taybet tevdigerin. ATK neçare rapora zanistî bide. Doktorên ATK’ê  divê xwe nekin şûna dadgehê û wisa raporê amade nekin. Yanî bi giştî polîtîk dinêrin. Em ê têkoşîna ji bo girtiyên nexweş wek parêzvanên maf, didomînin.”