ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 17 Sibat 2022
  • Rojev
 
*Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut  got divê ATK xwe neke şûna dadgehan û der barê Aysel Tugluk de raporek zanistî amade bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu jî got doktorên ATK’ê dişibin doktorên Kampa Naziyan. DÎMEN HEYE
 
*Muşer Ulker a ku piştî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi diya xwe re dikeve bin çavan û ji îşkenceyên giran re derbas dibin, qêrîna xwe ya ji bo roja reş ne tenê bi çalakiyan bi dengbêjiyê jî bilind dike. Muşerê dibêje:"Kes nikare roja me reş bike." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bêdengiya NY’ê ya li dijî êrîşên TSK’ê ya li hember Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û got: “NY di mijara mafê mirovan, demokrasiyê de berpirsyariyê dide welatan lê îro em dibînin ku ev tên piştgûhkirin. Têkiliyên berjewendiyê dikarin derkevin jor nirxên demokrasî û mirovahiyê.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ji Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotin:"
Em vê rojê şermezar dikin. Ev roj ji bo me weke rojek reş e. Di dîrokê de jî wek rojek reş  hatiye nivîsandin." DÎMEN HEYE
 
*Îpek Elmas a bi gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin (Kamber Ateş tu çawa yî)?’ di hişê me de ma,  li dijî qedexekirina zimanê xwe di 86 salên jiyana xwe de, bi nefêrbûna zimanê tirkî xwedî li ziman û axa xwe derket.
 
*Welatiyên ku ji ber bihabûnê û bi taybet jî ji ber fatureyên bihayên wan zêde bi bertek in diyar kirin ku êdî dolabên wan vala ne û gotin: “Hemû welatî bi kedxwariyek mezin re rûbirû ne û bindestî li me tê ferzkirin.” DÎMEN HEYE
 
* Di 16'ê Sibata 2016'an de li Hezexê qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 31'ê adara 2016'an dom kir. Fatma Eraslan a 13 salî û Cebbar Acer ê 18 salî di vê pêvajoyê de hatin qetilkirin. Dayikên wan 6 sal in lêgerîna xwe ya pêkanîna edaletê didomînin û wiha gotin: “Em dixwazin kujerên zarokên me bên ceza kirin, ji ber vê jî em ê her tim di nav lêgerîna edaletê de bin"  BI DÎMEN