Êrişî avahiya HDP'ê ya Yuregirê hat kirin
- 08:25 17 Sibat 2022
- Rojane
EDENE - Ji aliyê kesên nasnemaya wan ne diyar ve êriş li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê pêk hat.
Kes an jî hin kesên nasnamenediyar bi çekê êriş birin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîr a Edeneyê. Ên êriş birin ser avahiya partiyê, piştî êrişa bi çekê madeyên teqemeniyê avêtin avahiyê. Agir bi şaneşîna avahiya partiyê ket.
Piştî welatiyên li derdorê gihaştin cihê bûyerê, agir hat tefandin û HDP'î jî hatin avahiya partiyê haya polîsan bi bûyerê xistin.