Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Amedê 93 roj in didome

  • 16:36 16 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan ên li Amedê hatî destpêkirin 93 roj in didome. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 93’yan de berdewam kir. Di nobedê de Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Botlan axivî. 
 
Hakki bi bîrxist ku 93 roj in nobedê digirin û got: “Bila zextên ku li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibin. Em zextên ku ku desthilata AKP û MHP’ê li ser girtiyan dimeşîne napejirînin. Desthilata AKP’ê qanûnên xwe pêk nayîne. Girtiyên ku nexwaşin nayên dermankirin. Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan. Li ser girtiyan sepanên kûştinê tên kirin.” 
 
Hakki, di axaftina xwe de serdana malbatên girtiyan a bo partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li Enqereyê bi bîr xist û got: “Bila partiyên siyasî soza xwe bi cih bînin. Em banga li rêxistinên sivîl dikin ku ji bo girtiyan bi hestiyar tevbigerin.” 
 
Hakki, di dawiyê de got heta ew encamê negirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin.