Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê didome

  • 15:58 16 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê 4 roj in didome û malbatan banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
Çalakiya malbatên girtiyan a "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin 4 roj in didome. Malbat ji bo girtiyên nexweş, ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine şewidandin û girtiyên ku mafên wan hatine binpêkirin çalakî dan destpêkirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Konakê serdana nobetê kirin. Di serdanê de hevseroka OHD'ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk û li ser navê malbatên girtiyan jî Hanîfe Gumuş axivî. 
 
Şukran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Agahiyên mirinê ji me re tên. Me gelek caran derbarê rewşa girtîgehan de raporên berfireh amade kir. Me serî li gelek cihan da. Lê Saziya Tiba Edlî û rayedar li hemberî mijarê sersar in. Em li vir carek din dibêjin em ê li cem dayikan bin."  Annelerin hak mücadelesinde sonuna kadar yanlarında olacağımızı yineliyoruz” şeklinde belirtti.
 
Hanîfe jî, destnîşan kir ku zarokên wan sirgunê cihên dûr dikin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku sirgunê cihên dûr dikin em nikarin her tim biçin serdana zarokên xwe. Bi telefonê jî tenê em 10 deqiqeyan hevdîtinê pêk tînin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Dibêjin edalet heye, lê belê li Tirkiyeyê edalet nîne. Li girtîgehan dixwazin kurdan bikujin. Em bang li raya giştî dikin ku bila piştgiriyê bidin xizmên girtiyan. Di her şert û mercan de em ê çalakiya xwe bidomînin. Bila dayik û bavê girtiyan bên tevlî çalakiyên me bibin."