Siyasetmedara kurd Golaleh Moradi dest bi greva birçîbûnê kir

  • 14:23 16 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara jin a kurd Golaleh Moradi, li Girtîgeha Navenda Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Di 14'ê Sibatê de siyasetmedara jin a kurd Golaleh Moradi ya li Girtîgeha Navenda Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de tê girtin ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gor agahiyên Komîteya Jinê ya Konseya Serhildana Neteweyî ya Îranê (NCRI) xizmeke Golalehê daye zanîn ku tevî ew 10 meh in di girtîgehê de ye jî hîn dest bi darizandina wê nehatiye kirin. 
 
Xebatên bi partiyên kurd wekî sûc hat dîtin
 
Hat diyarkirin ku nayê hiştin Golaleh a ji ber xebata bi partiyên kurd û kuştina muhafizê şoreşê tê sûcdarkirin nikare bi şêwirmendê xwe yê hiqûqê hevdîtinê bike.
 
Çavkaniyên li Girtîgeha Navenda Urmiyê diyar kirin ku Golaleh gelek carî ji aliyê îstixbaratê ve hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin. 
 
Bi zarokên wê gef lê dan xwarin
 
Golalehê di qeydeke deng de wiha gotibû:"Servîsên îstixbaratê diyar kirin ku dema ez tiştên ew dixwazin nebêjim wê du zarokên min bînin û li ber çavên min îşkenceyê li wan bikin."
 
Du zarokên Golalehê yên 14 salî hatin girtin û piştre hatin berdan.