Fatma Onkol a di bin çavan de hat berdan

  • 11:11 16 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Fatma Onkol piştî îfadeya li emniyetê do di saetên şev de serbest hat berdan. 27 kes hîn di bin çavan de tên girtin. 
 
Wekî her salê îsal jî berî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî gelek kes li gelek bajaran hatin binçavkirin. Li Amedê jî bi iddiaya ku dê bi boneya 15'ê sibatê çalakiyan li dar bixin 28 kes bi talîmata Serdozgeriya Komarê yaAmedê hatin binçavkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin li emniyetê tên girtin. Fatma Onkol do bi şev piştî îfadeya wê qediya hat berdan. Nayê zanîn dê îfadeya kesên din ên di bin çavan de ne wê kengî bê girtin. 
 
Li gor agahiyên hatin bidestxistin 27 kesên di nava wan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî hene wiha ne: Buşra Yenturk, Buşra Kocaman, Diyar Sincar, Nurullah Ozgun, Ahmet Ateş, Haşim Atman, Mazlum Kardaş, Baver Demirtaş, Agit Kezer, Hadi Sagir, Ferhat Baytaş, Kerem Senim, Mehmet Emin Guçlu, Faysal Kadar, Murat Başer, Şirvan Kaya, Veysel Demirtaş, Cemal Dag, Agit Satiç, Nurettin Çeliktemel, Ali Şeker, Mehmet Noyan, Mahmut El Muhammed, Zana Sancar, Veysi Erol, Dogan Alptekin û Fuat Yalçin. 
 
Aktivîsta TJA'yê anîn Amedê
 
Di heman demê de di 14'ê Sibatê de polîsan bi ser hinek navnîşanên li Qosera Mêrdînê de girtin. Hat diyarkirin Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacire Tanirgan û du kesên navên wan nehat hînbûn anîne Amedê.