'Wê bi yekîtiyê edalet were bidestxistin'

  • 09:03 16 Sibat 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Hazal Yildirim a dayika girtiyê siyasî yê nexweş Mehmet Yildirim e û beşdarî çalakiyên "Nobeda Edaletê" dibe da zanîn li dijî tecrîd û hemû cureyên îşkenceyê ew ê di nava têkoşînê de bin û wiha got: "Wê bi yekîtiyê edalet were bidestxistin."
 
Dayikên kurd di hemû şeran de bûn nîşaneya aştiyê û di hemû êrişan de jî ji xaka xwe û zarokên xwe re bûn mertalên zindî. Em van dayikan ji dîrokê ve dizanin. Niha jî bi navên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Laçikspî dibin dengê kurdan. Li dijî tecrîdê di girtîgehan de, li kolanan, carna li malên xwe û li baroyên hiqûqê di nava çalakiyên ji bo edaletê de ne.
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Bi salan e li dijî tecrîdê têkoşînek mezin ji aliyê girtiyên siyasî û gelê kurd ve tê dayîn. Di 7'ê Mijdara 2018'an de jî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Li pey wê li hemû girtîgehan jî li dijî tecrîdê çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di pêvajoyê de Dayikên Laçikspî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan daketin qadan û her roj têkoşîna xwe mezin kirin. Ev serhildana Dayikên Laçikspî di wê pêvajoyê de dengekî mezin vedan. Di vê dawiyê de jî girtiyên nexweş di rojevê de ye û dayikên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş di "Nobeta Edaletê" de ne. Hazal Yildirim a dayika girtiyê siyasî yê bi navê Mehmet Yildirim jî yek ji wan dayikan e.
 
Hazal Yildirim kî ye?
 
Hazal Yildirim di sala 1965'an de li gundê Sîsê yê girêdayî navçeya Lîceya Amedê ji dayik dibe. Di 19 saliya xwe de dizewice. Di dawiya salên 1993'yan de ji ber êrişên dewleta tirk neçarî koçberiyê dibin û tên Amedê. Di dema koçberiyê de Hazalê dayika 3 zarokan e. Ew li Amedê ji ber koçberî, tunebûn û xizaniyê zehmetiyên mezin dibîne. Di salên 2008'an de kurê wê yê bi navê Mehmet Yildirim ji ber xebatên xwe yên di nav ciwanan û siyasetê de tê girtin. Hazalê ji bo parastina mafên girtiyan êdî di hemû çalakiyan de cih digire û xebatê dide meşandin.
 
'Em dilbiêş in'
 
Hazalê her roj bê navbera tê "Nobeta Edaletê" ya li baroya Amedê hatiye destpêkirin. Ew ji me re di serî de qala zilma ku li kurdan tê kirin dike û dibêje: "Sed sal in li dijî kurdan her cure zilm tê kirin. Em ji ber van gefan neçarî koçberiyê bûn û ketin nava rewşên pir xerab de. Heya îro me zarokên xwe bi zor û zehmetiyan mezin kir. Niha jî ji ber ku ew kurd in û nasnameya xwe diparêzin tên girtin. Ango ew tên îzolekirin û tecrîdkirin. Girtina wan ne bes e bi nêzîkatiyên xirab rû bi rû dimînin. Di nava şert û mercên xerab de tên hêlan. Em ji ber wê sedemê jî dilbiêş in."
 
'Li dijî tecrîdê em di nava çalakiyê de ne'
 
Hazalê di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: "Beriya niha Mehmet 4 an 5 caran ket greva birçîbûnê. Di her çalakiya wî de me weke malbat jî piştgiriya xwe nîşan da. Rûxmê gef û êrişan jî me çalakî li dar xistin. Gelek caran em hatin binçavkirin lê me serî netewand. Di sala 2011’an de jî Mehmet ji ber binpêkirinên mafan bedena xwe dide ber agir. Hevalên wî mudahale dikin û wî radikin nexweşxaneyê. Herî dawî jî di salên 2018’an de jî dikeve greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger. Piştî pêvajoya 3 mehan a greva birçîbûnê rewşa wî ya tendirustiyê jî her ku diçe xirab dibe."
 
'Em ê hertim di nava têkoşînê de bin'
 
Hazalê bi lêv kir ku ew ê li dijî zilmê tim di nava serhildanê de bin û wiha pê de çû: "Niha jî bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan û yên ku cezayê wan qediyane jî infaza wan tên şewitandin û nayên berdan. Her ku diçe tecrîda li ser hemû girtiyan giran dibe. Em li dijî van binpêkirinên mafan her tim di nava têkoşînê de ne. Em dayikên laçikspî ji bo aştî û wekheviyê têkoşîna xwe didin. Îro jî em ji bo edaletê di nava lêgerînê de ne. Em Nobeta xwe ya Edaletê li baroya Amedê didin dewamkirin. Heta ku çareseriyek neyê pêşkêşkirin jî em ê têkoşîna xwe bidin dewamkirin."
 
'Wê bi yekîtiyê edalet were bidestxistin'
 
Hazalê herî dawî jî ev gotin kirin: "Em gelekî aştîxwaz in. Ji derveyî aştiyê û nasnameyek azad armancek me tune ye. Bi sedan zarokên me ji ber vê sedemê di girtîgehan de tên girtin û bi nêzîkatiyên dijmirovahiyê rû bi rû tên hiştin. Em hêvî dikin hemû kurd û gelên din jî beşdarî têkoşînê bibin û li dijî zilmê serî hilbidin. Wê bi yekîtiyê çareserî were pêşxistin û tenê wê bi yekîtiyê edalet were bidestxistin."