ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 16 Sibat 2022
  • Rojev
 
* Ji Rêveberiya navçeya Tirbesiyê Kilara Edesa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha nirxand: "Israra me ew e ku, em sala 2022'yan bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo." DÎMEN HEYE
 
*Hazal Yildirim a dayika girtiyê siyasî yê nexweş Mehmet Yildirim e û beşdarî çalakiyên "Nobeda Edaletê" dibe da zanîn li dijî tecrîd û hemû cureyên îşkenceyê ew ê di nava têkoşînê de bin û wiha got: "Wê bi yekîtiyê edalet were bidestxistin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevlî Kongreya HDP’a Îzmîrê bûn diyar kirin ku HDP partiyeke çareseriyê ye û hemû gelan di bin sîwaneya xwe de dihewîne û wiha gotin: “Ji bo her tiştî, her kesî çareseriya HDP’ê heye.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Doza Kobanê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku bi sedan muştekiyên di dozê de hatine guhdarkirin divê bibin şahid  û wiha got: “Midûriyeta Emniyeta ku girêdayê wezareta karê hundir e, ku ferze ewraqê peşkêşî dosyayê bike, ji ber alîgirê dosyayê ye, ne pêkan e ewraqên bêalî pêşkêş bike.” DÎMEN HEYE
 
*Dîdar Gul ku di çalakiya der barê Peymana Stenbolê de bi 17 kesî re hat binçavkirin û doz der barê wan de hat vekirin, diyar kir ku wê parastina peymanê û rewabûna çalakiyê bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Arzu Karman a li dijî tecrîdê di 2016’an de tevlî greva birçîbûnê bû der barê komploya navneteweyî de wiha got: “Di serî de jinên kurd û hemû jin, divê li dora paradîgmaya ku Birêz Ocalan daniye holê bibin yek. Ji ber ku ji bilî vê rizgariya me tune ye.”