Der barê rojnameger Rojîn Altay de biryara girtinê hat dayîn
- 19:56 15 Sibat 2022
- Rojane
STENBOL - Di doza der barê rojnameger Rojîn Altay de biryara girtinê hat dayîn.
3'yemîn danişîna doza ku der barê rojnameger Rojîn Altay û 3 zarokan de bi îdiaya "Tevli meş û civînên dijhiqûqî bûne" hat vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kartala Stenbolê hat dîtin. Rojîn û parêzerên xwe beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên zarokên ku di çarçoveya dosyayê de hatin darizandin mafê axaftinê girtin û xwestin xalên ku kêm ên di dosyayê deî bên sererastkirin.
Heyeta dadgehê piştî eşkerekirina biryara xwe biryar da ku Rojîn bê girtin û danişîn taloqî 11'ê Gulanê kir.