Li Stenbolê şermezarkirina komployê: 'Bê serok jiyan nabe'

  • 19:20 15 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi çalakiyeke girseyî Komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin şermezar kir.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qada Şirinevler a Stenbolê kom bû. Hevserokê, Kongra Civaka Demokratîk a (DTK) Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê Mûsa Piroğlu, Ruştu Tiryakî û nûnerên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, Saziya Alîkarî û Piştgiriya Ji Bo Malbatên Girtîyan a Marmarayö (MATUHAYDER), Saziya Elewiyên Demokratîk (DAD) jî di nav de bi hezaran tev li çalakiyê bûn. 
 
Berî çalakî bê lidarxistin Qada Şirinevlerê ji alîyê bi sedan polîsan û wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Girseyê xwest li qadê daxuyaniyê bide, lê piştî nehat hiştin girse ber bi Rêxistina HDP'a Bahçelievlerê meşiya. Di meşê da çalakger tim bi berzkirina dirûşmeyên wekî "Silav silav hezar silav li Îmrlaiyê", Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Berxwedana zîndanan" û "Bijî Serok Apo" komplo şermezar kirin.
 
Piştî meşê Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Îlknûrê, bal kişand ser qedexe û astengkirina çalakiyan û got: "Mafê me yê daxuyaniyê xesp kirin. Mafê fikir û ramanê binpê kirin. Ev, tiştekî faşîstî ye. Ji vê rewşê jî xuya dike ku bê Tirkiye çi qasî ji şert û mercên demokratîk dûr ketiye. Baş bizanin, hûn ê têk biçin."