Li Êrîvanê çalakiya li dijî 15'ê Sibatê

  • 18:33 15 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êrîvanê bi meşekê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
 
Bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku bû sedema dîlgirtina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan li Êrîvanê meşek hat lidarxistin. Girseya meşê di saet 13.00’an de li qada Cûmhûriyetê li hev civiya û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Meşvanan li ber avahiya NY’ê daxuyanî dan. Hevseroka Şêwra Gelê Kurd û Wekîlê Kurd Kinyas Hasanov, li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Sîlo Dîrboyan axaftin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku 15’ê Sibatê komploya navdewletî û hêzên ku tevlî vê komployê bûne hatin şermezarkirin. Nûnerên kurd bang li hêzên navneteweyî kirin ku piştevaniyê nedin êrîşên dewleta tirk.
 
Piştî axaftinan, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de têkildarî Komploya 15’ê Sibatê û tercrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî re hate dayîn.