Silêmaniyê meşa girseyê ya li dijî komployê

  • 17:34 15 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi sedan kes li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan, meşiyan û komplo şermezar kirin. Girseyê bi yek dengî got: “Em ê Îmraliyê hilweşînin, aştiyê biçînin.”
 
Li Kolana Salim a Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kesî di 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de meşek girseyî hate destpêkirin û heta ber Parka Azadî berdewawm kir.
 
Di meşê de posterên Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmên “Azadî azadî bo Ocalan azadî”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok” û ‘Em ê Îmraliyê hilweşînin, aştiyê biçînin” berz kirin. Herwiha pankarta li ser, “Dem dema azadiyê ye” jî  hate hildan. Piştî ku meş gihîşte Parka Azadî, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê  Şoreş Xidir daxuyanî xwend.
 
'Dema ku Gelê Kurd destkefftiyên xwe biparêze ye'
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro ku em bi nefret salvegera vê komployê dikin, dibînin ku hîn ev komplo berdewam dike û dixwazin Gelê Kurdistanê û Tevgera Azadîxwaz Tine bikin. Bi riya tundkirina tecrîda li Îmralî re û li Bakurê Kurdistanê şikandina îradeya gel, herwiha bi riya dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê re vê komployê berdewam dikin. Dema wê hatiye ku Gelê Kurd jî destkeftiyê xwe biparêze û bibe xwedî statûya xwe. Bi azad, keramet û serbilind bijî. Dema wê hatiye ku berhemê dehan salan ê têkoşîn û berxwedana xwe biçîne û sîstema konfederalîzma demokratîk li Kurdistan û herêmê ava bike. Bi azadî aştî û aramî li gel gelên din bijî.
 
Heta ku Rêber Apo azad nebe, doza Kurd çareser nabe û ne ji Kurdistan azad dibe. Ne jî aramî pêk tê. Azadiya Birêz Ocalan û şikandina faşîzm, dagirkerî û tecrîdê bi hev re girêdayî ye. Ji ber ku di bingeh de doza Birêz Ocalan doza Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Kurdistan ji yek doz û yek çareserî ye.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakgeran li ser Parka Azadî çalakiya rûniştinê lidarxistin û bi hev re komplo şermezar kirin.