Şêniyên Rojava li dijî komploya 15'ê Sibatê bûn lehî

  • 16:04 15 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî hatin lidarxistin. 
 
Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê û gundewarên wê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan herikîn qadan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi şerê gelê şoreşger em ê komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin”, “Em azadiya Rêber Apo dixwazin”, “23’yemîn Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo em şermezar dikin”, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê hatin hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meşê ji Qada Jina Azad bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bê serok jiyan nabe” dest pê kir ber bi qada Şehîd Egîd ve çû û rawestiya. Cangoriyên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtin hatin bibîranîn, paşê bi navê Tevgera Jinan a Kantona Kobanê Bêrîvan Ismaîl axaftin kir.
 
‘Em ji bo azadiya Rêber Apo yek deqeyê ranawestin’
 
Bêrîvanê da zanîn ku armanca komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qirkirina gelê kurd e û got: "Dewleta tirk xwest ku  rê  li ber fikir û felsefeya Rêber Apo bigire, lê mixabin nikarîbû armanca xwe pêk bîne. Ji ber ku em bi perspektîfên wî li ser piyan in. Em bi giranî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin, em bi jin, zarok, ciwan, kal û pîr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan in û em yek deqeyekê çalakiyên xwe ranawestînin. Da ku em gelê kurd azadiya Fîzîkî a Rêber Apo mîsoger bikin."
 
Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadî azadî ji bo Rêberê neteweyî” û gerandina govendê bi dawî bû.
 
Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma“bi têkoşîn û berxwedana gelê Şoreşger emê komploya 15’ê Sibatê têk bibin” daketin qadan û meşên girseyî li darxistin.
 
Navenda Nûçeyan - Bi rasthatina salvegera 24`mîn a Komploya Navdewletî ya li djiî Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an pêk hatibû, pêkhateyên Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû bajar, navçe û bajarokan derketin qadan û meşiyan. Bi heman wesîlê li Kobanê, Qamişlo, Şehba, Til Temir û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin.
 
Hesekê
 
Bi hemû pêkhateyên xwe yên kurd, ereb û suryan li Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Ermen û tevahî welatiyên Hesekê amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bi têkoşîn û berxwedana gelê şoreşger em ê komploya 15’ê Sibatê têk bibin” hilgirtin. Meş ji Gulîstana Rêber Ocalan a Taxa Nasra dest pê kir û li Qada Şehîd Athrû ya Suryanan veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebid El-Xenî Oso komploya navdewletî şermezar kir û wiha domand: ”Komploya navdewletî vîna gelê di felsefeya Rêber Apo de azadiya xwe dît, hedef girt. Têkoşîna Rêber Ocalan hişt ku dewletên kapîtalîst yekser li dijî wî komplo pêk bînin, lê armancên wan negiha serî. Ji ber ku gel tama azadiyê girt û di felsefeya wî de xelasiya xwe dît, ji lewma ew ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Rêber Ocalan banga azadiya hemû jinan kir'
 
Endama Rêvberiya Kongreya Star Welîda Botî jî teqez kir ku komploya 15’ê Sibatê bi yekîtiya gelê herêmê bi bin ket û wiha berdewam kir:"Komplogeran xwestin bi rêya komploya li ser Rêber Apo nehêlin gel rabe ser piyan. Bi destê hemû dewletan û hêzên ku serweriya xwe li ser cîhanê didin meşandin, komplo pêk hat. Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 1999’an dewam dike. Hîn jî hewl didin îradeya gelan têk bibin, li hemberî van pilanan îro gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta têkoşînê mezintir dikin. Rêber Ocalan banga azadiya hemû jinan kir. Em deyndarê felsefeya Rêberê xwe ne û ji bo azadiya wî ya fizîkî em ê têbikoşin, ji ber me azadiya xwe di felsefeya Rêbertî de dît. Gelê ku tama azadiyê bibîne wê nikaribe tarîtiyê qebûl bike. Yekîtiya pêkhateyên herêmê bersiva komploya 15’ê Sibatê dide."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
 
Til Temir
 
Li dijî komployê li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên ji bo şermezarkirina komployê hatine despêkirin. Bi heman mebestê şêniyên Til Temir ên Kantona Hesekê bi hemû netewên xwe yên kurd, ereb, aşûrî û  giştî welatiyên herêmê ev roj bi meşeke girseyî şermezar kirin. Meşa ku bi dirûşma "Bi têkoşîn, berxwedan û şerê gelê şoreşger em ê komploya 15'ê Sibatê têk bibin" ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan (MMŞ) dest pê kir, li çarxereya Ş. Qendîl rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ednan Kalo got: "Hêzên komploger digotin ger ku Rêber Ocalan ji nav şoreşger û gelê kurd derbixin wê şoreş û têkoşîna heyî têk biçe lê bi hezaran gel ketin pey û doza wî niha didomînin. Şoreşa ku Rêber Ocalan dest pê kir ne şoreşa aliyekî Kurdistanê, şoreşeke Kurdistanî û cîhanî ye. Divê her kes li gorî erk û berpirsiyartiya xwe rabe û komployê bi yekîtiya gelan têk bibin."
 
Meş bi dirûşma "Bimire komploger” û “Bijî Rêber Ocalan" bi dawî bû.
 
Şehba
 
Bi dirûşma “Berxwedana Serdemê mîsogeriya rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêber Apo ye” Meclîsa kanatona Efrînê meşek li dijî komployê li dar xist. Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bimire komploya 15’ê Sibatê, dem dema azadiya Rêber Apo ye” û ”Azadiya Rêber Apo mîsogeriya avakirina Netewa Demokratîk e” hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafîna kantona Şehbayê heya qada ajokaran a navçeyê bi dirûşmên şermezarkirina komployê dom kir. Piştî meş li qadê vegeriya mîtîngê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Koordinisyona Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Mihemed li ser navê beşdarên meşê axivî û got: “Ji Şehbayê em bi berxwedana xwe komploya navneteweyî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Divê gelê kurd li xwe vegere ku her roj di qirkirinê re derbas dibin û ev qirkirin ji planên komployê ne qut e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê bindest û hemû deverên dagirkirî ye. Em ê li dijî hêzên komloger û planên wan berxwedana xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Meş bi dirûşma ”Bijî Serok Apo” û ”Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
 
Qamişlo 
 
Li dijî komploya 15’ê Şubatê bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê bi dirûşma “Bi têkoşîna gelên şoreşger em ê komploya 15’ê Şibatê têk bibin” meşiyan. Meşê ji Çarxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan û welatiyan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz dikirin. Meş li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Delal Hesen got: “Rêber Apo ne tenê ji bo doza Kurdistanê kar kir, xebatê wî neteweyî bû û ji bo azadiya hemû netewan têdikoşi. Em hemû li vir sekinîne, daxwaza azadiya Serokê xwe dikin. Ev êrîş û pilanên ên qirêj nabin bend li pêşiya me û girêdana me bi Serokê me re xurtir dike. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ev rê xilasiya ji zilmê û gihiştina azadiyê ye.”
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder jî got: “Dewletên komploger xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tune bikin, bêguman nikarin armanca xwe bigihînin serî ji ber ku gel bi felsefeya Serok Apo mezin bûye. Em ê komployê bişkînin û ser bikevin bi felsefeya Rêber Apo. Mînaka serkeftina me jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Em wekî tevgera jin, daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin û dibêjin ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
 
Bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” meş bi dawî bû.