Li gelek bajaran komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

  • 15:41 15 Sibat 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta komploya navneteweyî li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin li darxistin.
 
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Colemêrg, Gever, Êlih, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Enqere daxuyaniyan hat şermezar kirin. 
 
Colemêrg 
 
Bi heman mebestê li Colemêrgê jî hat xwestin ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Colemêrgê daxuyanî bê dayîn. Lê polîsan bi hinceta daxuyaniyê hêj ji serê sibê ve hemû rêyên diçûn avahiya partiyê girtin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Dema ku girseyê dixwest ji avahiya partiyê derkeve jî polîsan bi bombeyên xazê êrişî girseyê kir. 
 
Li Gever a Colemêrgê jî polîsan ji serê sibehê ve avahiya partiyê dorpêç kiribûn. Piştî nîqaşên bi polîsan re, girseyê li avahiya partiyê ya navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî komploya navneteweyî şermezar kir. 
 
Êlih 
 
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî, HDP’a Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Feleknas Uca, her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bila tecrîd bi dawî bibe, deriyê Îmraliyê were vekirin û aştî pêk bê” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’a Êlihê Hûrriyet Kaytar komploya 15’ê Sibatê weke “Roja armancgirtina azadî, hebûn, pêşeroj û dîroka gelê kurd” pênase kir. 
 
Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Armanca domandina tecrîdî, dijminatiya li demokrasî û Gelê Kurd e. Îktîdara AKP-MHP’ê bi derxistina şer re derbên giran li demokrasiyê xistin. Divê Erdogan dawî li gotinên xwe yên manîpûlatîf ên derheqê birêz Ocalan de berde û dawî li tecrîdê bîne. Divê rê bê dayîn ku dengê birêz Abdullah Ocalan bigihije civakê. Dixwazin vê tecrîdê li ser tevahiya civakê bisepînin. Heta ku ev tecrîd bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin. Em careke din Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.” 
 
Îzmîr  
 
Li Îzmîrê, parlamenter, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (Ege TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li pêşiya Bûroya Şêwirmendiyê ya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyekî bidin. Polîsan beriya çalakiyê ketin û derketina avahiya partiyê girt û nehiştin ku girse derkeve. Beşdaran di nava mertalên polîsan de daxuyanî dan. Di vê navberê de girseyê bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît ligel astengiya polîsan daxuyanî da û got: “AKP’ê dewleta polîsan ava kiriye. Yên ku demokrasiyê tenê bo xwe dixwazin divê ji bîr nekin ku dê hesaba van derhiqûqiyan bidin. Nahêlin ku em daxuyaniya xwe ya derheqê komploya 15’ê Sibatê de bidin. Erdogan her roj qala Îmraliyê dike. Anku gotina Îmrali û Abdullah Ocalan sûc nîne. Heke daxwaza aştiya vî welatî hebe, wê demê tekane navnîşan Îmrali ye. Em jî dibêjin ku deriyê Îmraliyê vekin û bila tevahiya civakê fikrên birêz Ocalan bibihîsin.” 
 
Enqere 
 
Rêxistina HDP'ê ya Enqerê jî li avahiya partiya xwe panelek li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Abdullah Koç tevlî panelê bûn. Gelek endam û rêveberên navçe û navendê yên HDP'ê tevlî panelê bûn. Di panelê de pankarta "Bila tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê bê vekirin û bila aştî bê axaftin" hat daliqandin. Omer Ocalan di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û bandora wê ya li hemberî civakê. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Edene- Mêrsîn
 
Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran ên Edene û Mêrsînê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pateyên reş bi avahiyên xwe ve kirin.