Şaredariya AKP'ê stargeha jinan girt
- 15:16 15 Sibat 2022
- Rojane
STENBOL - Şaredariya Eyupsultan a AKP'yî, bi erêkirina Walîtiya Stenbolê Stargeha Jinan a li navçeya Eyupsultan girt.
Meclisa Şaredariyê ya Eyupsultan, ji bo ku Stargeha jinan bigire û veguherîne mala zarokan civîn kir. Meclisê Stargeha Jinan ku 10 sal bû li navçeyê xizmet dida jinan bi îdaya ku navnîşana wê hatiye deşîfrekirin xwest bê girtin.