Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam dike

  • 14:52 15 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta daxwazên wan neyên bicîhanîn ew ê nobeta xwe berdewam bikin.
 
"Nobeda Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve li Baroya Amedê hat destpêkirine di roja 92'emîn de berdewam dike.
 
Di çalakiya nobetê de ji xizma girtiyan Nura Abay komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û banga rakirina tecrîdê kir.
 
Her wiha di nobetê de xizmên girtiyan Reşahat Ada û Nazîme Boltan jî bal kişandin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û destnîşan kirin ku heta  daxwazên wan neyên bi cîh anîn û girtiyên nexweş neyên berdan wê nobeta xwe berdewam bikin.
 
Herwiha ji xizma girtiyan Încî Guler jî behsa hevdîtina bi xizmê xwe re kir û diyar kir ku wexta hevdîtinê ji 30 deqe kêmtir kirine.