'Nobeda Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 344 roj in didome

  • 13:20 15 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribû di roja 344 an de didome. 
 
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişan de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan û lawê wê Ferît jî bi birîndarî xelas bû. Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribûn di roja 344 de didome. 
 
Malbat li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal wiha bang li raya giştî kir: "Bi hinceta ku heqeret li parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kir ceza li Emîne Şenyaşar hat birîn. Îbrahîm Yildiz ê ku parlamenterê malbata xwe ye, doz li Emîneyê vekir û qezenç kir. Bi talîmatan parlamenterên AKP'ê doz qeznç dikin. Kesên ku li ber gel winda dikin diyar in."