Li seranserê Rojava dikan hatin girtin

  • 12:05 15 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû dikan hatin girtin. 
 
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû dikan hatine girtin û tevgera çûn û hatinê bi giştî rawestiye. Li aliyekî din amadekarî tên kirin ku gelek çalakî bên lidarxistin. 
 
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dema ji Sûriyê derket û berê xwe da Moskovê, dest pê kir. Di 4 mehan de Abdullah Ocalan di navbera gelek dewletên Ewropa û Rûsyayê de geriya û di dawiyê de li paytexta Kenya Naîrobiyê di 15'ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin û ew radestî dewleta Tirk kirin.
 
Tê payîn ku li bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 23'yan a Komploya Navneteweyî çalakiyên girseyî bên lidarxistin û şêniyên Kantonên Qamişlo, Hesekê, Herêma Firatê, Kantona Şehbayê, Heleb û Tebqayê dakevin qadan, komployê şermezar bikin.