TEV-ÇAND: Sala 2022’yan bibe sala azadiya Abdullah Ocalan

  • 12:00 15 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND'ê têkildarî Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da û got: "Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye', em ê sala 2022'yan bikin sala têkçûna faşîzmê û mezinkirina têkoşînê." 
 
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi rasthatina salvegera 23'iyan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de TEV-ÇAND'ê destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan a bi destê dewletên herêmî û cîhanî pêk hatiye, berdewam e. TEV-ÇAND'ê di daxuyaniya xwe de bêdengiya civata navneteweyî û saziyên qaşo banga mafên mirovan dikin û CPT’yê şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî îsbat dike ku ew li dijî mirovahiyê kar dikin û xizmeta hêzên faşîst û dagirker dikin.
 
TEV-ÇAND'ê diyar kir ku bi Projeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan yekane kesî ku banga demokratiyê û azadiya gelan kiriye û got: "Bi milyonan kurd û dostên wan li çar hêlên Kurdistanê û cîhanê li dora vê dozê kom kir. Berxwedana li Kurdistanê ya li ser bingeha Modernîteya Demokratîk tê meşandina bûye çandek ku çavkaniya xwe ji civaka xwe ya xwezayî digire, feraseta wê ne êrişker e lê belê xweparastin e. Ji ber wê dikare hemû reng, ziman, netew di nav xwe de bihewîne. 
 
Hebûn, jiyan û azadiya Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi jiyan, hebûn û azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye', em ê sala 2022'yan bikin sala têkçûna faşîzmê û mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.”