DBP: Ji bo çareseriya aştîyane divê tecrîd bê bidawîkirin

  • 11:34 15 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê Komploya Navneteweyî bi daxuyanîyek nivîskî şermezar kir û wiha got: “Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd divê rêz ji hiqûqê re bê girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî daxuyanîyek nivîskî weşand û komplo şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di ser Komploya Navneteweyî re 23 sal derbas bûn. Birêz Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve ji paytexta Kenyayê Naîrobî anîn Tirkiyeyê û ev yek jî bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û gerdûnî pêk anin. Hêzên navnetewî yên ku dixwestin Rojhilata Navîn bi rêya şer û kaosê li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin, tevgara azadiya kurd li pêşiya vê armancê weke astenga herî mezin  dîtin û xwestin bi rêya vê komployê tasviye bikin. Bi hewldan û têkoşîna birêz Ocalan û piştgiriya gelan komplo hat pûçkirin. Nişaneya vê yeke jî têkbirina DAIŞ’ê û avakirina şoreşa Rojava ye. Her wiha desthiladariya AKP’ê ya ku îro bi tecrîdê dixwaze vê komployê bidomîne di pêvajoya çareseriyê de bû şahidê  bandor û giringiya fikrên Birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de bandora hêviya aştiyê; bi awayekî erênî  di warê aborî, civakî û siyasî de li hemû welat rû da.
 
Tecrîda sîstematîk li hemû qadên jiyana civakî belav bû
 
Desthiladariya AKP'ê ji tirsa ku fikrên Birêz Ocalan dê bigihêjin raya giştî, tecrîd kûrtir kir û ev tecrîda sîstematîk li hemû qadên jiyana civakî belav bû. Êrîşên li dijî partî û hêzên demokrasiyê zêde bûn. Bi rêya qeyûman  şaredariyên HDP'ê hatin desteserkirin.  Zext, zordarî û bi hezaran binçavkirin û girtin pêk hatin û pêk tên. Girtiyên siyasî yên ku cezayê wan bi dawî bûye, bi hincetên cuda yên ku tu bingehên wan ên hiqûqî nînin, bi awayekî keyfî di girtîgehê de tên girtin, Tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehê bimînin jî bi zanebûn nayên berdan û qanûna dijminatiya li girtiyan tê sepandin. Hem şert û mercên siyasî û aborî yên hundirîn û hem jî kriza mezin a navneteweyî  hikûmeta AKP’ê , li hemberî Kurdan hîn bêhtir êrîşkar dike.
 
Em Komploya Navnetewî ya 15 Sibatê şermezar dikin
 
Ji bo guherandina rojeva siyasî ya hundirîn êrîşên xwe yên li ser Rojava  didomînin û bi êrîşên li ser kurdan hewl didin hemû têkçûnên xwe yên hundir û derve veşêrin. Ev yek jî bi awayekî aşkere nişan dide ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye nikare ji pirsgirêkên xwe yên siyasî, aborî û navnetewî xelas bibe. Navnîşana çareserkirinê jî diyar e, hewldanên birêz Ocalan ên di warê demokrasi û aşitiyê de berbiçav in.  Ji bo ku ev hewldan û daxwaz pêk werin divê deriye Îmralî’yê bê vekirin  lê tecrîda li dijî Birêz Ocalan ku hê  mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye, didome. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd divê rêz li hiqûqê bê girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.
 
Em careke din komploya navnetewî ya 15 Sibatê şermezar dikin."