Li Qersê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
- 10:59 15 Sibat 2022
- Rojane
QERS - Li Qersê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin.
Serê sibehê li Qers û navçeyên wê bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinên hatin kirin de Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Turan Altun, Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Qersê Ziyadîn Can û Endamê Meclisa Şaredariya Dîgorê yê berê Yaşar Budak hatin binçavkirin. Herwiha Ozlem Ozartaç û Halîde Hasanoglu jî gazî îfadeyê kirin.
Hat diyarkirin ku du kesên anvê wan nehatiye zanîn jî hatin binçavkirin û kesên hatine binçavkirin bi îdaya "Endamên Rêxisinê" hatine binçavkirin.