MXDŞ: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

  • 10:37 15 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê komploya navneteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û got: "Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em bawer in ku wê sala 2022’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
 
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û şagirtên wî bi sed hezaran êzidî ji qirkirinê rizgar bûn. Ji bo parastina civak, çand, bawerî û axa xwe ya pîroz bi sedan şehîd hatin dayîn. Em wekî civaka êzidî Rêber Apo hebûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya fikrê azad ê Rêber Apo em li ser xaka xwe ya pîroz dijîn, xwe birêxistin dikin û daxwaza maf, azadî û xweseriya xwe dikin. Îro li Şengalê civaka êzidî bi îrade û vîna xwe li ser paradîgmaya netewa demokratîk a ku Rêber Apo daye avakirin, xwe birêxistin dike û dibe hêz.
 
CPT û dezgehên eleqeder bê deng in
 
Ji ber bîrdoziya Rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîst e, ev 23 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Tecrîda girankirî ku tê meşandin jî li derveyî hiqûq û qanûna mirovahiyê ye. Lê mixabin saziyên mafê mirovan, CPT û dezgehên eleqeder li hemberî vê rastiyê bêdeng in, bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Ger ku ji fikir û ramanê Rêber Apo netirsiyana, heya niha Rêbertî di zindanê de nedihat girtin. Herkes dizane ku projeya Rêbertiyê ya çareseriyê, mifteya çareseriyê ye ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.
 
Êrişên li herêmê berdewamiya vê komployê ye
 
Li Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê projeya netewa demokratîk tê pêşxistin û li ser vê hîmê pergala xweseriya demokratîk tê avakirin. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê û hêzên navdewletî pêş dixe, ji plan û komploya li ser Rêber Apo ne cûda ne û berdewamiya vê komployê ne. Bi taybet komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO û komploya 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê, mînakên vê rastiyê ne.
 
Dem dema azadiyê ye 
 
Em komplo û tecrîda li ser Rêber Apo li ser xwe dibînin. Bi dîrûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” û “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be em ê li ser piyan bin, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Em heya dawiyê bawer in ku wê sala 2022’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wê ev komploya bêbext a li ser hemû mirovahiyê têk biçe."