Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin

  • 10:18 15 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û 9 kes kirin bin çavan. Derbarê wan de biryara sînorkirina parêzeran a 24 saetan hat dayin. 
 
Polîsan li navçeyên Stenbolê avêtin ser malan û lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên HDP'ê û rojnamevan jî di nav de gelek kes kirin bin çavan. Di serdegirtinên li navçeya Esenyurda Stenbolê de Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmayarayê (MATUHAYDER) Esîn Çelîk û endamên HDP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Di serdegirtinên malan de her wiha nûçegihana Rojnameya Şûjin a bi KHK'ê hat girtin Vîldan Atmaca jî hat binçavkirin. Hat zanîn ku Vîldan ji ber nûçeyên di navbera salên 2015 û 2016'an de çêkiriye di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin. 
 
10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye. Hat zanîn ku dê parêzer heta 24 saetan nikaribin miwekîlên xwe bibînin. 
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Çîçek Ariç,  rêveber û endamên HDP'a Esenyurdê Çayan Yilmaz, Murat Turgut, Taner Karataş, Metîn Burukanli, Abdullah Arinan, Kiyasattîn Kurt û Selamî Yaman.