Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • 10:09 15 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi nivîsên jinên girtî û sernavên "Jinên li paşiya dîwaran: Em serî hildidin hûn jî deng bidin" derket.
 
32'yemîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernava "Jinên li paşiya dîwaran: Em serî hildidin hûn jî deng bidin" hat weşandin. Li ser berga hejmara nû nivîsên Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Aynur Aşan û Şilan Avareş ên girtî cih digirin. Sebahat û Aynûrê tevî zextên li girtîgahan jinên li berxwe didin kirine mijar. 
 
Zeynep Altinkaynak jî bi sernava "Hûn ê çawa bikaribin bi milyonan kesî di odeyeke teng de bigirin?" bal kişandiye ser tecrîda li Îmraliyê. Heval Aslan jî bi nivîsa xwe bal kişandiye ser êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava û sîstema azadiya jinê ya li van herêmana.