Siyasetmedarên jin: Heta Aysel Tugluk neyê berdan wê têkoşîna me bidome

  • 09:06 15 Sibat 2022
  • Rojane
 
Şîrîn Çinar
 
AMED - Siyasetmedarên jin diyar kirin ku divê girtiyên nexweş û Aysel Tugluk bê berdan û her wiha gotin heta neyên berdan wê têkoşîna wan bidome.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û girtiyên nexweş tevî rewşa wan ya giran nayên erdan. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin û rayedar li dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengin. Yek ji van girtiyên nexweş ya giran siyasetmedara kurd Aysel Tugluke. Aysel Tugluk ji 2016’an heta niha li girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê girtiye.
 
Di 13’yê îlona 2017’an de piştî êrîşa nîjadperst ya li hember cenaza dayika Aysel Tuglukê, teşhîsa demansê li Ayselê hat danîn. Aysel ji ber rewşa tenduristiyê nikare tenê jiyana xwe bidomîne û tevî rapora doktoran ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî ATK’ê berovajî rapor dayê.
 
‘Bila hevala me bê berdan’
 
Hediye Daşçi ya di rêveberiya HDP’a Amedê de cih digire daxuyakirin ku bi tecrîda li ser girtiyan binpêkirinên mafan tên jiyîn û girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin. Hediyeyê got rewşa Aysel Tuglukê her diçe giran dibe û wiha dirêjî dayê: “Doktora rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da. Lê tevî vê ATK’ê rapora berovajî vê da. Girtiyên nexweş nayên berdan û yek ji van jî Aysel e. Em siyasetmedarên jin bang dikin ku divê demildest hevala me bê berdan.”
 
‘Hewcedariyên girtiyên nexweş pêk nayên’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayhan Akgul jî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê bi hezaran kes beyî sûc girtîne û balkişand ser rewşa girtiyên nexweş: “Tecrîda li ser girtiyên siyasî roj bi roj giran dibe. Di encama vê de bi hezaran hevalên me pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Girtiyên rewşa wan giran nikarin tenê jiyana xwe bidomînin. Ji ber vê cenaze ji girtîgehan dertên. Mixabin pêvajoya dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketin.”
 
‘Bila demildest bên berdan’
 
Ayhanê her wiha balkişand ser rewşa Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Tevî rewşa wê ya giran nayê berdan. Doktoran rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dan. Lê ATK’ê ev asteng kir. Di vê mijarê de divê hiqûq peywira xwe bîne cih.Divê pirsgirêka girtiyên nexweş bê çareserkirin. Daxwaza me ev e ku Aysel û hemû girtiyên din yên nexweş demildest bên berdan.”
 
‘Em ê bibin dengê Aysel Tugluk’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê Yasemîn Uçer jî bertek nîşanê helwesta li hember girtiyên nexweş da û bi van gotinan rexne kir: “Her kes rewşa girtîgehan dizane.Ev rewş salên borî jî dihat jiyîn û hîna jî didome. Partiyên desthilatdariyê dema tengerzar dibin êrîşê jinên Kurd dike. Polîtîkayên niha pêk tên jî vê nîşan didin. Lê em tu car bêdeng neman. Me şûnde gav navêt. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê bêdeng nemînin û em ê bibin dengê Aysel û hemû girtiyên nexweş.”