Hevseroka HDP’ê Belma Nergîz hat berdan
- 16:50 14 Sibat 2022
- Rojane
MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergiz piştî 6 mehan di danişîna ewil de hat berdan.
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mûşê Belma Nergiz di 13’yê tebaxa 2021’an de ji aliyê Dadgeha Mûşê ve hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Belma li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Belma ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ku lê girtîbû bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî li eywana danişînê amade bûn.
Belma îdiayên li ser xwe red kir û xwest were berdan.
Piştî parastinên hatin kirin dadgehê derbarê Belma de biryara berdanê da.