Daxuyaniya hevpar: Ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna topyekûn

  • 16:38 14 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - BDP, bi tevlîbûna HDK, TJA, HDP, DBP, DAD û rêxistinên sivîl, komploya navneteweyî şermezar kir û ev daxuyanî da: "Têkoşîna bîrdozî, polîtîk û rasteqîn ku ji aliyê birêz Ocalan ve hat dayîn komployê vala derxist. Bi piştgiriya dîrokî ya gelan pêşî li armanca komployê hat girtin."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi civîneke çapameniyê şermezar kir. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan Marmarayê (MATUHAY-DER),  Komeleya Piştevaniya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAYDER) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) jî piştgiriyê dan civînê. Hevberdevkê Meclisa HDK'ê ya Stenbolê Erkan Tepelî, Hevserokên HDP'a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, Hevseroka MATUHAY-DER'ê Esîn Çelîk, Hevberdevkên DBP'ê yên Marmarayê Dîlber Demîr û Mûstafa Mesût Tekîk, Hevserokên DAD'ê Kadriye Dogan tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de pankarta "Bimire Komploya 15'ê Sibatê" û "Wê Komploger Winda Bikin Azadî Qezenc Bike" li eywana ku civîn lê hat dayîn hatin daleqandin. 
  
Di civinê de destpêkê Hevberdevkê Meclisa HDK'ê ya Stenbolê Erkan Tepelî axivî û diyar kir komplo li dijî gelên Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê darbe ye û wiha got: "Birêz Ocalan bi fikrên ku danî holê û xwedî derketina gelan a li van fikran komplo vala derket. Em jî dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û di şertên azad de ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn bixebite."
  
Piştî Tepelî Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, ji TJA'yê Tulay Guler, Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîha Gokgûz jî axivîn û bal kişandin ser armancên komploya li dijî Ocalan û komployê şermezar kirin. 
 
 Herî dawî Hevberdevkên DBP'ê yê Marmarayê Mûstafa Mesût Tekîk axivî û diyar kir ku bi komploya li ser Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê ya kurdan û Modernîteya Demokratîk hedef hatiye girtin û wiha got: "Têkoşîna bîrdozî, polîtîk û rasteqîn ku ji aliyê birêz Ocalan ve hat dayîn komployê vala derxist. Bi piştgiriya dîrokî ya gelan pêşî li armanca komployê hat girtin. Nîşana vala derketina komployê têkçûna DAIŞ'ê û Şoreşa Rojava ye."
  
Di berdewama axaftina xwe de Mustafa, destnîşan kir ku bi ferzkirina şer a li kurdan desthilata AKP'ê dixwaze qrîza aborî û siyasî ya dijî ji rojeva gel derbixe û jibo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşîna topyekûn kir.