Bi pankartên reş komplo hat şermezarkirin
- 16:05 14 Sibat 2022
- Rojane
STENBOL - Rêxistinên HDP'ê yên Stenbolê bi daliqandina pankartên reş Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li avahiyên xwe pankartên reş a bi ser "Bila tecrîd bi dawî bibe, derî bên vekirin û bila aştî bê axaftin" hatî nivîsin hat daliqandin.