'Ji Nobeda Edaletê' bang kirin: Wê têkoşîn bidome

  • 15:42 14 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan banga mezinkirina têkoşînê kirin.  
 
"Nobeda Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve  li Baroya Amedê hat destpêkirin di roja 91'emîn de berdewam dike. Nobed îro ji aliyê xizmên gitiyan Încî Guler, Reşahat Ada, Nuray Abay û Hazal Yildirim ve hat berdewamkirin. 
 
'Em ê heta dawî têkoşînê bidomînin'
 
Ji xizma girtiyan Reşahat Ada, diyar kir ku ew hata çareserî pêk bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Reşahat anî ziman ku ew 3 meh in di nobedê de ne û berdewam kir,  "Di nava çar dîwaran de dibin zilmê de ne. Em vê tundiya li ser zarokên xwe qebûl nakin.  Em bang li Ser Komar û Serokwezîr dikin. Em dixwazin ku zarokên me bên dermankirin û înfaza wan neyê şewitandin. Êdî bes e. Dilê me dayikan diêşe .Bila herkes bizainbe ku em ê li ser şopa zarokên xwe heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em dest ji rêya xwe bernadin'
 
Ji xizma Girtiya nNuray Abay jî wiha got, "Em ji bo xizmên xwe li vir in.  Înfaza girtiyan dişewitînin û girtiyên nexweş derman nakin. Aştî û edaletê dixwazin .Em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û dermankriin. Bila rayedar erka xwe bi cih bînin."