Jinên kurd ên li Moskovayê komplo protesto kirin

  • 14:40 14 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li Moskovayê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin “Em ê li dora gerîla bibin xeleq.”
 
Jinên kurd ên ku li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê dijîn komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin.
 
Li ser navê Organîzasyona Jinên Kurd a Viyanê daxuyanî hate dayîn. Endama organîzasyonê Asiya Sivik daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de diyar kir ku komplo bi tecrîdê re didome.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hêzên komploger di çarçoveya pergala Îmraliyê de, di şexsê Abdullah Ocalan de dixwazin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û gerîla tune bike û got “Em ê li dora gerîlayan bibin xeleq.”
 
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê hemû şoreşger, demokrat, kedkar, jin û ciwan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî tecrîdê bibin yek.