OHD: Divê tecrîd bê rakirin!

  • 14:36 14 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên OHD'ê li 6 bajaran derbarê tecrîdê de daxuyanî dan û gotin: "Kiryarên li Îmraliyê, bûne referansa bingehîn a li dijî aştiya civakî û tunekirina maf û azadiyan. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigerin û berpirsyariyên xwe yên destûra bingehînî bi cih bînin."
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Wan, Amed, Colemêrg, Stenbol, Enqere û Îzmîrê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, daxuyanî dan. Gelek parêzer tevlî daxuyanê bûn. 
 
Li Amedê daxuyanî li ber Edliya Amedê hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "23 salên derbasbûyî ji çareseriya pirsgirêka kurd wêdetir pirsgirêk girantir kir û kir ku krîz zêde bibin."
 
Birêz Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ku weke qadeke qedexekirî ya leşkerî hatiye dîzaynkirin, bi rengekî ku ji derve bi temamî hatiye qutkirin, tê hiştin. Ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve jî bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
 
Nayê qebûlkirin, girtiyek ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bê hiştin û sûc e ku 11 meh in bêagahî tê hiştin. Birêz Ocalan ji ber nasnameya xwe ya polîtîk ji girtî û hikumxwarên din ên li Tirkiyeyê cudatir cihêkarî lê têkirin, ku ev rejîma cihêkar li dijî pîvanên bingehîn ên hiqûqê ye, li dijî pîvana wekheviyê, qedexeya kiryarên xerab, qanûna înfazê, destûra bingehîn û peymana mafên mirovan a Ewropayê ye.
 
Çavkaniya kiryarên li girtîgehan, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Îradeya aştî û çareseriyê ya ku beriya niha gelek caran hate nîşandan her carê hate têkbirin.
 
Pêvajoya Îmraliyê ya ji sala 1999'an û vir ve mînaka şênber a vê yekê ye. Bi qasî ku li raya giştî xuya kir, Birêz Ocalan 23 sal in ji bo avakirina aştiyê û demokrasiyê hewl da, nêta xwe ya di vê mijarê de nîşan da. Ji bo bersiv ji vê hewldan û daxwazê re bê dayin, divê çarçoveya hiqûqî ya pêwîst bê afirandin ku ev yek jî li berjewendiyên civakî tê.
 
Kiryarên li Îmraliyê, bûne referansa bingehîn a li dijî aştiya civakî û tunekirina maf û azadiyan. Di serî de derfetên ji bo hevdîtina Birêz Ocalan bi malbatê û parêzeran re, bicihanîna mafên qanûnî şertê destûra bingehîn û mewzûata neteweyî ye, di heman demê de ji bo bidawîkirina krîzên civakî yên heyî wê bibe gavek. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigerin û berpirsyariyên xwe yên destûra bingehînî bi cih bînin."