Ciwanên Kobanê: Dewleta tirk nikare hêz û vîna me lawaz bike

  • 14:21 14 Sibat 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê bi dirûşma "Em azadiya Rêber Apo dixwazin" dest bi meşa li dijî komploya navneteweyî kiribûn û meş di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Jinan û ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê hertim çalakî dewam bin. Jin û ciwanên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em ê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, her tim li ser piyan bin."
 
Bi sedan jin û ciwanên Kantona Kobanê, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê dest bi meşê kiribûn. Meş di roja duyem de berdewam dike. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa "Bi şerê gelê şoreşger em ê komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin", alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê hatin hildan. Bi giştî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meş a îro di roja xwe ya duyemîn de ji Gundê Til Xezal ê li Rojhilatê Kantona Kobanê dest pê kir ber bi Navçeya Şêranê ve didome. Jin û ciwanên ku beşdarî meşê bûn, ji ajansa me re wiha nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Dewleta tirk nikare hêz û vîna me lawaz bike'
 
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Şîlan Miso bal kişand ser armanca meşê û wiha got:"Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger dibêjin ku armanca me ya meşê ew e ku em nîşan bidin dewleta tirk tu carî nikare hêz û vîna me lawaz bike. Dewleta tirk di 25'ê Kanûna 2021'ê de komkujî pêk anî û di encamê de 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Em ê jî li dijî  vê komploya 15'ê Sibatê hertim li ser piyan bin û têkoşîna xwe xurt bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."
 
'Em li dijî komployê têkoşînê dikin'
 
Cîhan Omer  di axaftina xwe de anî ziman ku ew têkoşîna li dijî komployê didomînin û got:"Ev meş a ciwanan e, ez bi vî temenî daketime qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo dikim. Rêber Apo pir ked ji bo jin û civakê da ji bo vê yekê jî em dixwazin Rêber Apo fîzîkî azad bikin. Pêwîst dike ku tevahî gel rabe ser piyan azadiya Rêber Apo bixwazin. Ji bo serokê me çi were xwestin em ê bikin."
 
'Rêber Apo ji bo me bi wate ye'
 
Jina ciwan Şêrîn Etî ya li Navçeya Şêranê di karûbarên civakî de cihê xwe digire li dijî vê komployê wiha got:"Em ji bo azadiya fîzîkî  ya Rêber Apo sê rojan li ser piyan in. Em tu carî ranawestin, serok ji bo me pir kar û xebat kir. Tu agahiyên me li ser Rêber Apo tune ye ji ber ku tecrîd girantir bûye. Serok kar û xebat di Kobanê de dest pê kir ji ber vê Rêber Apo ji bo me wateyeke pir mezin e. Em gelê Kobanê deyindarê Rêber Apo ne. Em jinên Kobanê heya dawî deyndarê Rêber Apo ne."