Dayika Aştiyê Halîme Işik hat binçavkirin
- 12:37 14 Sibat 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Halîme Işik a nû emeliyat bûbû, girtin û ew kirin bin çavan.
Polîsan di saetên serê sibehê de li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê bi ser mala Dayika Aştiyê Halîme Işik de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Halîme binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Halîme ya ku nêzî 3 salan e ji ber gûatira bi jehr a di qirika wê de derketî û girika di serê wê de çêbûyî dihat dermankirin, di 8’ê Sibatê de ji ber girika serê xwe emeliyat bûbû û duh ji nexweşxaneyê derketibû.