Li Yewnanistanê meşa li dijî komployê dest pê kir
- 12:25 14 Sibat 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa ku li Yewnanistanê li dijî komploya navneteweyî dest pê kir de peyama ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayin.
Li Yewnanistanê meşa 2 rojan a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li bajarê Maratonê dest pê kir.
Hevserokê Navenda Çandê (KON-MED) Erkan Ekîncî nerazîbûn nîşanî hikumeta Yewnanistanê da ku bi qedexeikrina sazî û rengên Kurdan sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li welatê xwe jî pêk tîne.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN bi dirûşma "Bi Rêber Apo re azadî, azadî wê bi ser bikeve" pêk tê û wê 2 rojan dewam dike. Bi sedan Kurdistanî û ciwan li navenda bajarê Maratonê li hev civiyan. Meş li navendên herî qelebalix ên bajêr bi saetan dewam kir.
Di dema çalakiyê de Erkan Ekîncî, Elenî Vasîlopolo û Endamê Komîteya Navendî ya Syrîza Angelos Gogoglû axivîn.
Erkan Ekîncî got, "Plana wan ew bû ku bi dîlgirtina Rêbertî pêşî li kurdan bigirin û bê bandor bikin. Lê belê bi ser neketin. Niha li gelek welatên Ewropayê çalakiyên meşên dirêj tên lidarxistin. Em ji vê carê careke din bang dikin; heta dilopa dawî ya xwîna xwe em bi Rêberê xwe re ne."
Elenî Vasîlopolo jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan dema hat Yewnanistanê ew biçûk bû û hingî ew dît û got, "Ew ji gelan re bû hêvî."
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" dewam dike.