Nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut hat binçavkirin

  • 08:21 14 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malê de nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut hat binçavkirin.
 
 Li navçeya Cizîra Şirnexê di serdegirtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut hat binçavkirin. Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve tê meşandin piştî lêgerîna li malê Zeynep hate binçavkirin.  
 
Zeynep birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û dê piştre jî bibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
 
 Her wiha di lêgerîna malê de destdanîn ser alavên teknîk ên Zeynebê.