Dewleta Tirk Eyn Îsayê bombebaran dike
- 16:55 13 Sibat 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk herêma Eyn Îsayê bombebaran kir.
Dewleta tirk bombe li gundên Mealîk û Cedîda yên Eyn Îsayê, Kampa Eyn Îsayê û Rêya Bejahî ya M4 barandin.
Êrişa li gorî dema herêmê saet di 12:00 de dest pê kir. Gundê Mealîkê, Kampa Eyn Îsa û Rêya Bejayî ya M4 bi giranî hatin bombekirin.
Hate ragihandin ku li gundê Cedîdayê hin gundî ji ber êrişê birîndar bûne.