Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin

  • 14:26 13 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 3 bajaran bi ser malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
 
Li Amed, Wan û Qosera Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin. 
 
Mêrdîn
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan de girt û deriyê mala wê şikandin û ketin hundir. Hacîre di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, hat binçavkirin. Hat zanîn ku dê Hacîreyê bibin Amedê. 
 
Wan
 
Polîsan li Wanê jî bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 astengdar e kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. 
 
Amed 
 
Li Amedê jî polîsan serê sibê avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Diyar Sîncar û Nurullah Ozgurn, Şêhmus Doku û Mazlum Kardaş kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her çar kes birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.