'Em li dijî dagirkerî û tundiyê tekoşînê mezin bikin'

  • 09:04 13 Sibat 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Meclîsa PYD'ê ya kantona Kobanê Nesra Derwîş di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da zanîn ku dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike û got: "Dewleta tirk êrîşên xwe bi rengekî cuda dide meşandin. Loma em li dijî dagirkerî û tundiyê tekoşînê mezin bikin."
 
Dewleta tirk ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve bi rêbazên cur be cur êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk hewl dide bi hedefgirtina welatiyan, jin, zarok, pêşeng û rêveberan pergala Rêveberiya Xweser lawaz bike û metirsiyê di nava civakê de belav bike. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Kobanê Nesra Derwîş nirxandin kir û nêrînên xwe anî ziman.
 
'Dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike'
 
Nesrayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ji destpêka Şoreşa Rojava de hebû lê di van salên dawî de zêdetir bûne û got: "Weke ku tê zanîn hevpeymana Lozanê ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji ber vê êrîşên xwe bêhtir li ser kurdan dike, zêdetir êrîşên xwe li ser rêzên sînorê Rojavayê Kurdistanê dike. Cudahiyê nake nav gund û bajaran tenê êrîş dike. Êrîşên dewleta tirk bi her awayî ye, carekê bi obîsan carekê bi balafirên bê mirov û bi tanq û topan sivîlan armanc digire. Bi her cureyê êrîşan re dixwaze gelê kurd tune û qir bike."
 
'Hemû bajarên kurdan bûne hedef'
 
Nesrayê anî ziman ku dewleta tirk bi her derfetê dixwaze axa Rojavayê Kurdistanê dagir bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dewleta tirk her ku diçe ji berê bêhtir êrîşên xwe zêdetir dike. Armanca dewleta tirk ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç bike. Salek ji Hevpeymana Lozanê re ma, ji ber vê li gor dewleta tirk ew çiqas erdê kurdan bindest bike ewqas jê re serkeftin e. Ji ber vê êrîşên xwe rojane giran dike. Niha bi dijwarî êrişî Zergan, Dirbêsiyê, Dêrîk, Şengalê dike. Dema êrîş dike zarok, jin, kal û pîran hedef digire û di encama êrîşan de malên sivîlan têne rûxandin. Hemû bajarên kurdan bûne hedef."
 
'Em li dijî dagirkerî û tundiyê tekoşînê mezin bikin'
 
Nesra Derwîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li ber çavên tevahî cîhanê we dît me dît çawa Rûsyayê di şerê  Efrînê de ji Efrînê derket û tu parastin ji gel re nekir. Her wiha di şerê Serêkaniyê Emerîka xwe dûr xist hişt ku dewleta tikr Serêkaniyê dagir bibe. Dewletên ku li vê herêmê dimînin li ser bingeha parastina gel û herêmê tu biryar an jî helwest li dijî van êrîşan nîşan nedane, belê tenê berjewendiyên xwe li ser mafê gel dimeşîne û destekê dide van êrîşan. Em xwedî 12 hezar şehîd in û tu carî bi van êrîşan em gavên xwe paşve navêjin, em gelê kurd li ser perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan e û em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em li dijî dagirkerî û tundiyê tekoşînê mezin bikin."