‘Tişta piştevaniyê mezin bike tifaqa jinê ye’

  • 09:03 13 Sibat 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku yek ji hîmên tifaqa jinê bi hev re tevger e û gotin wê li dijî zîhniyeta mêr wek jinên xurt ligel hev bin û tifaqê ava bikin.
 
Şîdeta li ser jinan zêde dibe û gumanbar jî ji aliyê dewlet-mêr ve tên xelatkirin. Tevî hemû polîtÎkayan jin li her derê têkoşîna xwe mezin dikin. Li dijî şîdeta polîs-dewlet- mêr, jinan tu car kolan terk nekirin û têkoşîna hevpar meşandin. Jinan tifaqa jinan hûnandin û li dijî polîtîkayên desthilatdariyê rê û rêbazan nîqaş dikin.
 
Rêxistinên jinan û siyasetmedarên jin der barê tifaqa ku xeyal dikin, wê kî têde cih bigire, li ser kîjan sernavan tevbigerin û kîjan rê bişopînin de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Tecawîz asayî bûye’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulşen Karasu da zanîn ku ew wek jin di tifaqa jinê de ne û bi hev re têkoşîna jinê didin û wiha got: “Kuştinên jinan gihiştiye astek dijwar.Tacîz û tecawiz asayî bûye ji rêzê tê dîtin. Jin demên dawî de ji krîza aborî gelek bandor bûne. Xizanî û betaliya jinan pir zêde bûye. Jin li gorî mêran du car ji krîzê bandor dibin.”
 
‘Em bi nasnameya jinan a kurd di têkoşînê de ne’
 
Gulşenê di dirêjiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Em jin ji ber vê di tifaqê de ne. Em li dijî rûyê qirêj yê dewletê di têkoşînê de ne. Ev jî rastiyeke. Dewlet rûyê xwe yê nebaş du car nîşanê jinan dide. Ev bi taybet li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet xwe dide der. Dewlet her çiqas me terorîze bike jî em jin ligel hev di têkşînê de bi rengên xwe cih digirin.”
 
‘Divê jin di tifaqê de bên gel hev’
 
Gulşenê dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Têkoşîna jinan pir tişt da me. Em wek jinê azad yên kurd gelek tiştî tevlî têkoşînê dikin û vê yekitiyê roj bi roj pêş dixînin mezin dikin. Em ê di tifaqê de heta dawî bimeşin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevli tifaqê bibin. Daxwaza me eve ku ji kîjan bawerî, nasname, îdeolojiyê dibe bila bibe bila jin bi rengên xwe tevli tifaqê bibin û hêzê bidin hev.”
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Hevberdevka Buroya Şêwirmendiya Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr got bi banga HDP’ê re piştî hevdîtinên tifaqa Demokrasiyê şûnde nîqaşên ‘tifaqa jinê’ ji nûve dest pê kirine û wiha daxuyand: “DBP’ê di nokteya tifaqa jinê de mîsyon girt ser xwe. Em wek DBP plan dikin ku bi hemû saziyên jinan re vê tifaqê pêş bixînin û têkoşînê mezin bikin. Mezinkirina xeta têkoşînê di bin berpirsyariya me de ye jî. Em ê vê pêvajoyê de bi hemû saziyên jinan yên Tirkiyeyê re tevbigerin û têkoşînê mezin bikin.”
 
‘Hewcedarî bi tifaqa jinê heye’
 
Dîlberê diyar kir ku berbi 8’ê Adarê ve  wê têkoşînê mezin bikin û her wiha sekna parçekirî ya jinan rexne kir û wiha dirêjî dayê: “Di vê nokteyê de tifaqa jinan girîng e. Ji bo pêşîgirtina kuştinên jinan û Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyetê, hewcedarî bi tifaqê heye. Hîmê tifqaqê divê li ser yekitiyê bê avakirin. Em bi zîhniyetek  ku jinan tune dihesibîne re hatine rû hev. Demên dawî de bi derketina hêza jinê re êrîşên li hember jinê zêde bûn. Ji jinan ditirsin. Em vê di 8’ê adar, 25’ê mijarê de dibînin.”
 
‘Riya mezinkirina têkoşînê tifaqe’
 
Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li Tirkiyeyê di nav aliyên ku herî zêde têkoşîn dane de tevgera jinên kurd û tevgera femînîst ya Tirkiyeyê jî heye. Li gorî pêvajoyê ji bo mezinkirina têkoşîna jinê me rê û rêbaz diyar kirin. Bêguman riya herî mezina têkoşînê jî tifaq e. Ji bo jinan tifaq pêwiste. Hem li Tirkiyeyê hem li cîhanê îstîsmar û şîdeta li ser jinan pir zêde bûye û bi polîtîkayên bêcezahiştinê ev tê teşwîqkirin.Di vê nokteyê de di têkoşînê de hevparbûn û tifaq gelek girînge. Li dijî şîdeta dewlet-mêr ya sîstematîk bûye, divê tifaqa jinê bê avakirin û têkoşîna hevpar bê meşandin. Pêngava herî mezin a piştevaniyê mezin dike tifaqa jinê ye.”
 
Girîngiya tifaqê
 
Newrozê der barê girîngiya tifaqê de jî ev gotin bi lêv kir: “Aqûbeta Gulîsan Doku 700 roje windaye nayê zanîn. Gumanbarê Îpek Er hat berdan. Ev hemû bi polîtîkayên şerê taybet li jinan û jinên kurd tên kirin. Yekane riya ku jin ji vê şîdetê xilas bibin, bêguman têkoşînek hevpar û tifaqa jinê ye. Di vê pêvajoya ku şîdet evqas sîstmatîk bûye de hewceye tifaqa jinê bê avakirin. Di rewşa heyî de tifaqek wisa ji xwe nav jinan de heye. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila tevlî tifaqê bibin û têkoşînê mezin bikin. Di vê çarçoveyê de yekitiya  têkoşîna jinên Kurd û tevgera femînîst a Tirkiyeyê  digihêje salên 90’î. Em hewl didin wê têkoşînê dewr bigirin û pêşdetir bibin.”
 
‘Em ê ji bo tifaqa jinan li vir bin’
 
Newrozê got bi çalakiyên ku bi têkoşîna jinan a li welatê Arjantînê li dijî newekheviya zayendî hatiye kirin re, bernameyek pêk anîne û wiha dawî lê anî: “Divê tifaqa jinan sînora bibezîne, wekhev û azadîxwaz be. Mezinkirina tifaqê û têkoşînê dikeve ser milê me. Armanca me ev e ku em piştevaniyê mezin bikin. Em ji bo tifaqa jinan li vir in. Jin li vir in û her bijî têkoşîna jinan.”
 
‘Divê her kes di tifaqê de be’
 
Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Kubra Derîn jî nirxandina xwe de anî ziman ku bi şîdeta li ser jinê re, feshkirina peymanê re, fikara tifaqa jinan pêş ketiye û wiha dirêji da axaftina xwe: “Sînorê tifaqa jinan ku kî tê de cih digire, tune. Ji ber ku jin li her derê şîdetê dibînin tên îstîsmarkirin. Kesên dixwazin ji ser nasnameya jinê li vir hebin, kesên dixwazin vê têkoşînê xurt bikin dikarin di tifaqê de cih bigirin.Em tifaqeke ku ji her reng û cudahiyê jin têde cih digirin, xeyal dikin. Jin warê jinê ye.”