ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 13 Sibat 2022
  • Rojev
 
*Rojnameger û siyasetmedar Sara Aktaş bandor û encamên komploya li dijî Abdullah Ocalan nirxand û got: "Li dijî polîtîkayên îmha û îmhayê têkoşîneke mezin û helwesta îdeolojîk a gelên Rojhilata Navîn û Rêber Apo hebû û komplo hat pûç kirin." BI DÎMEN 
 
*Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku yek ji hîmên tifaqa jinê bi hev re tevger e û gotin wê li dijî zîhniyeta mêr wek jinên xurt ligel hev bin û tifaqê ava bikin. BI DÎMEN 
 
*Ji Rêveberiya Meclîsa PYD'ê ya kantona Kobanê Nesra Derwîş di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da zanîn ku dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike û got: "Dewleta tirk êrîşên xwe bi rengekî cuda dide meşandin. Loma em li dijî dagirkerî û tundiyê tekoşînê mezin bikin."BI DÎMEN 
 
*Têkildarî qeyrana aborîyê ya her ku diçe zêde dibe jinan li bazarê bersiva pirsên me dan. Jinên ku gazindên xwe di derbarê bihabûnê de bi lêv kirin wiha gotin: "Em bi destên vala hatin bazarê û em bi destên vala diçin."BI DÎMEN