Mêrê ku tundî kir hat binçavkirin

  • 08:38 13 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê mêrê ku tundî li jina pê re hat zewicndin û zarokên xwe kir, hat binçavkirin. 
 
Li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê mêrekî tundî li jina pê re hatibû zewicandin û zarokên xwe kir. Herwiha hat diyarkirin ku kesê tundî kiriye heqaret li cîranên xwe jî kiriye. Welatiyan giliyê wî kir û polîs û tenduristvan hatin cihê bûyerê. Piştî ku polîs hatin jî vî kesî kêliyek dirêj heqaretên xwe berdewam kirin. Polîsan lê da û wî kirin binçvan. Polîsan jina tundî lê hat kirin û zarokên wî jî ji bo îfadeyê birin qereqolê.