Rewşa Ayşe Gokkan û sê jinên din ên bi koronayê ketin giran e

  • 16:45 12 Sibat 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Li Girtîgeha Jinan a Amedê di nav de Ayşe Gokkan jî heyî 3 girtiyên jin bi koronayê ketin. Ayşe Gokkan bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku rewşa wan giran e û got: "Ligorî agahiyên ku me bi dest xist 2 girtiyên jin ên edlî dawî li jiyana xwe anîne." Ayşe derbarê binpêkirina mafan de banga hestiyariyê kir. 
 
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, aktîvîsta TJA'yê  Zelal Bîlgîn, Jiyan Arikboga û Feyza Aksoy (60) ên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin. Ayşe Gokkan bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku rewşa wan a nexweşiyê giran e û banga hestiyariyê kir. 
 
Ayşe bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku girtiyên ku bi koronayê ketin rewşa wan giran e û got: "Heta niha mudaxaleyeke bijîşkî nehatiye kirin. Dema nîşaneyên nexweşiyê derket test nehatin kirin. Me bi zorê test da kirin û ji testa 6 kesan ya 4 kesan pozîtîf derket. Em li benda bijîşkan man lê nehatin. Me derbarê mijarê de gilî kir. Piştî gilî kirinê bijîşk hatin lê şûna ku tedawî bikin, hesaw ji me pirsîn. Dayika Feyza jî di nav de rewşa me ya nexweşiyê giran e. Em li vir bi mirinê re rûbirû ne. Em nikarin behnê bigirin, lê tu mudaxale nayê kirin. 
 
Her wiha dema ku em çûn odeya karantînayê 2 girtiyên jin behsa întiharkirina 2 girtiyên jin ên edlî dikirin. Roja duşemê 2 jin ji ber zext û zordariya li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîne. Her wiha rewşa yekê ne diyar e. Li vir girtî ji ber zext û zordariyê rêya xwekuştinê hildibjêrin. 
 
Em ê roja duşemê derbarê rewşa xwe de ji Baroya Amedê û ji Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) faks bişînin. Ez carek din dubare dikim li vir îşkence heye û girtî li vir terkî mirinê hatine kirin. Her wiha me derbarê bijîşk de jî gilî kir."