Jinan li ser şerê taybet û binpêkirina mafan nîqaş dan meşandin

  • 16:16 12 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Jinên li Wanê hatin gel hevdu bi "Rojeva 8'ê Adarê û binpêkirina mafên jinan" hatin gel hevdu li ser polîtîkayên şer ên taybet û têkoşîna li dijî vê yekê nîqaş kirin. 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevegera Jinen Azad (TJA), Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinê ya Starê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi "Rojeva 8'ê Adarê û binpêkirina mafên jinan" li otelekê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Dê têkoşîn bidome
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, di civînê de da zanîn têkoşîna jinê hedef tê girtin û got aramca wan a civînê ew e ku ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibînin. Handanê bi lêv kir ku îktidara mêr sala borî ji bo têkoşîna me têk bibe hevala me ya têkoşînê Deniz Poyraz kuşt û got ew di ferqiya van polîtîkayan de ne û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Polîtîkayên şer ên taybet 
 
Aktivîsta TJA'yê Aynur Sarica da zanîn ku polîtîkayên şer ên taybet zêde dibin û got xebatên wan ên ji bo berterafkirina polîtîkayên şer ên taybet didomin. Aynûrê da zanîn ew ji bo bûyerên destdirêjî û tecawiza li dijî jinê teşhîr bikin kom bûne û got destdirêjî û tecawiza li dijî jinê bê ceza dimînin. 
 
'Dewlet li ser bedena jinê polîtîkayên xwe dide meşandin'
 
Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan da zanîn dewlet jinan ji xwezaya wê dûr dixe û got jinên ji xwezaya xwe tên dûrxistin bê parastin dimînin. Muazzezê da zanîn dewlet li ser bedena jinê polîtîkayên xwe dide meşandin û got hema bêje her roj jin tên kuştin û ev yek jî polîtîkaya çewisandinê ya dewletê ya bi zorê ye.