Nobeda Edaletê ya Wanê didome: Ji bo edaletê em li vir in

  • 16:03 12 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê didin meşandin di roja 64'an de ye. Xizmê girtiyan Kasim Timur di destpêkê de xwest Aysel Tugluk û piştre xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Nobeda Malbatên girtiyan a ji bo girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û nexwş in bên berdan hatibû destpêkirin di roja 64'an de didome. Hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de tê girtin Dilşah Alkan, bavê Botan Timur ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin Kasim Timur beşdarî çalakiyê bûn. TUHAY-DER çû serdana çalakiyê. 
‘6 yıldır dosyadaki eksik evraklar tamamlanmadı’
 
Kasim da zanîn ku tu delîlên şênber ên ji bo girtina lawê wî tune ye û wiha got:"Ji bo edalet bê vî welatî û girtiyên nexweş bên berdan em li vir di nava çalakiyê de ne. Em ê heta dawiyê vê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyên nexweş di bin şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Di destpêkê de xwest Aysel Tugluk û piştre xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan. "