Meryem Malgaz a 65 salî hatibû girtin hat berdan
- 15:30 12 Sibat 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Meryem Malgaz a 65 salî ku demek berê li Hezexê hatibû girtin, hat berdan.
Di 2’yê sibatê de polîsan li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtibûn. Di encama serdegirtina malê de Meryem Malgaz a 65 salî û Hamdiye Kaşbaş hatibûn binçavkirin. Demek piştre Meryem û Hamdiye hatibûn berdan lê li ser îtîraza dozger, Meryem hate girtin û ew şandin girtîgehê.
Meryema ku di 10’ê sibatê de hatibû girtin, hat berdan.