'Divê girtiya nexweş Siya Çinar demildest bê berdan'

  • 15:28 12 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - ÎHD, li Îzmîrê du heftê beriya niha bi dirûşma "Azadî ji girtiyên nexweş re" çalakî dabûn destpêkirin. Di çalakiya vê heftê de ji bo girtiyê nexweş Siya Çinar ev 5 meh in nayê dermankirin banga serbestberdana wê hat kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê du heftê berê bi dirûşma “Azadî ji girtiyên nexweş re” çalakî dabû destpêkirin. Di çalakiya vê hefteyê de komeleyê bal kişand ser rewşa Siya Çinar ku li Qawîşa T1 A4 a Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne. Daxuyanî li pêşiya avahiya Sumerbankê ya berê ya li Konakê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” û “Bêdeng nemîne, nebin hevkarên mirina wan” hatibûn vekirin. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin. 
 
Ahmet, da zanîn ku girtiya nexweş Siya Çinar (39) a Amedî di sala 2008’an de hatiye girtin û ev 13 sal in di girtîgehê de ye û wiha domand: “Siya, di heman demê de helbestvan û nivîskar e. Berhemên wê yên bi navên 'Lîlavlar Akacak, Karanfîl û Ladîn ve Siya’nın Güncesi' hene. Di greva 2019’an de di çavên Çinar de pirsgirêk derket û hindik ma ku çavekî xwe winda bike. Niha jî li dijî ronahî û tavê hesasiyeta wê çêbûye. Di rûvî û mîdeyê wê de pirsgirêk hene. Di encama van pirsgirêkan de hemoroîda wê derketiye derve ku êdî bi emeliyatê jî nikare bê girtin. Bi lazerê dikare bê dermankirin lê tevî serlêdanan jî nehat qebûlkirin ku li nexweşxaneya taybet bê dermankirin.” 
 
Ahmet herî dawiyê ev agahî parve kirin: “Ev 2 sal in çingîna di guhê Siyayê de didome û ev jî rê li ber serêşê vedike. Birin nexweşxaneyê lê nehatiye dermankirin. Dermanên hatine dayîn bi kêr nehatine. Her wiha di qirika wê de kîstek hatiye tespîtkirin ku ji ber vê kîstê ne dikare tiştekî bi daqûrtîne û ne jî bi rehetî bêhnê distîne. Divê ji ber vê kîstê 3 mehan carekî were kontrolkirin lê ev 5 meh in nayê dermankirin. Her wiha nexweşiya wê ya tansiyona zêde heye. Tevî van nexweşiyan, carekî jî bi vîrûsa koronayê ketiye. Divê Siya di zûtirin dem de bê berdan. Nexweş heke tiştek bi serê Siyayê bê, berpirsyariyê wê di stûyê rayedaran de ye.”