SES: Bila Gonul Erden bê berdan

  • 13:49 12 Sibat 2022
  • Rojane
ENQERE - Lijneya Nûneran a Navendê ya SES’ê bi daxuyaniya ku da diyar kir ku Gonul Erden bi awayekî dijhîqûqî hatiye girtin û xwestin bê berdan. 
 
Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) piştî civîna xwe 5’emîn a serdema 10’emîn a Lijneya Nûneran a Navendê, ji bo hevseroka xwe ya berê Gonul Erden daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên Lijneya Nûneran a Navendê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey ve hat xwendin. 
 
Selma diyar kir ku Gonulê bi awayekî derhiqûqî tê girtin û wiha got: “Hevala me bi awayekî derhiqûqî hat girtin. Niha jî nahêlin bi hevalên xwe re hevdîtinê bike û tê tecrîdkirin. Em vê îzolasyon û tecrîdê qebûl nakin. Erden, tenê bi rêya parêzerên xwe dikare bi derve peywendiyan dayne. Hemû xebatên sendîqayî û yên ji bo têkoşîna demokratîk ên Erden weke sûc hatine hesibandin. Daxwaza me ew e ku hevseroka me Erden di zûtirin dem de bê berdan.”